QSD: Di êrîşên dewleta Tirk de 4 şervanên me şehîd bûn û 11 sivîl birîndar bûn

QSD’ê ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 4 şervan şehîd bûne û 11 sivîl birîndar bûne.

ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ YÊN DEWLETA TIRK

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Cizîrê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Dewleta Tirk a dagirker îro Înê di saetên piştî nîvro û yên ber êvarî de bi balafirên bê mirov ên bi çek 8 caran êrîşî nuqteyên hêzên me, mal û wesayîtên sivîlan kirin. Di encama êrîşan şehîd û birîndar çêbûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov a bi çek li herêma Til Hemîsê nuqteyek hêzên me û li derdora bajarê Qamişloyê nuqteya Hêzên Erka Xweparastinê bombebaran kirin. Artêşa dagirker li Qamişlo du caran malên sivîlan û 3 caran wesayîtên sivîlan bombebaran kirin. Di encamê de 11 sivîl birîndar bûn. Dewleta Tirk bi balafireke bê mirov a bi çek ambulansa ku hewl dida şehîd û birîndaran rake jî kir hedef.

Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 4 şervanên me gihaştin asta şehadetê û 11 sivîl birîndar bûn."