ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî Banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê bêne şopandin.
Makb3ule Guner ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe û di şer de kurekî wê şehîd bû, got "Em piştgiriyê didin rêya aştiyê ya Rêber Apo. Divê dewlet êdî gavê biavêje, ev şer divê biqede."
Halît Oral ku li ser xeta fedaî ya Şehîd Zîlan meşiya, jiyana xwe da têkoşîna azadiyê ya Kurd, 9'ê Cotmeha 1998'an li Girtîgeha Mereşê bedena xwe da ber agir û bû pêşengê destpêkê yê çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'.
Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Nûnera Ewropayê ya KJAR'ê Meryem Fethî şerê navbera Îran û Îsraîlê nirxand û anî ziman ku ev şer şerê gelan nîne, şerê hêz û desthilatdaran e. Meryem Fethî got, "Em weke gelê Rojhilat aliyekî vî şerî nînin."
Endamên Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê gotin, "Yên ku bi xwezayê re li hev neke nikarin bi mirovan re jî li hev bikin" û swestin, karên bi hinceta "ewlekariyê" têne kirin, bêne rawestandin.
Festîvala jinan a ji bo bîranîna Sakîne Cansiz tê lidarxistin, vê Şemiyê wê li bajarê Zurich ê Swîsreyê pêk were.
Endamê Tensîqiya Şengalê Hisên Hecî diyar kir ku divê gelê Êzidî li hember propogandayên hilbijartinê hişyar tevbigerin û behsa madeya 140’an a Destûra Iraqê kir.