Parlamenter Bozan: Doza Kobanê hilweşiya, demildest hevalên me berdin!

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê, parêzer Alî Bozan biryara bihincet a Doza Kûmpasê ya Kobanê ku ji 32 hezar rûpelan pêk tê nirxand û got, “Bi fermî hilweşiya."

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) parêzer Alî Bozan di civîna çapemeniyê ya li Meclisê hat lidarxistin de biryara bihincet a Doza Kûmpasê ya Kobanê nirxand.

Parlamenter Bozan diyar kir ku Doza Kûmpasê ya Kobanê ji destpêkê ve hilweşiyaye û got, "Lê bi biryara bihincet a ku duh hat ragihandin, ew bi fermî hilweşiya."

Bozan wiha berdewam kir: "Di serî de hevserokên me yên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag, hemû hevalên me yên girtî û ne girtî tên darizandin bi salan êşkenceya darazê re rû bi rû man. Yên ku nikarin sûcekî jî têxin nav 32 hezar rûpelan, 9 sal in hevalên me rehîn digirin."

Parlamenter Bozan banga "Dawî li vê êşkenceya darazê bînin!" kir û wiha pêde çû: "Bila Wezîrê Dadê ji xwe re bibêje ev welat dewleteke hiqûqê ye. Doza kûmpasê ya Kobanê ji bo sîstema hiqûqî ya vî welatî şermek e. Biryara 32 hezar rûpelan a ku duh hat ragihandin belgeya vê şermê ye. Vê şermê dirêj nekin. Demildest hevalên me yên ku hûn nekarîn di 32 hezar rûpelan de sûcekî ji wan re bibînin, serbest berdin."