Halîde Turkoglu: Çareseriya şer bi guhertina bingehîn re pêkan e

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu anî ziman ku ji bo aştiyê şoreşa zîhniyetê şert e û got: "Ji bo aştiyeke rastîn, divê jin mil bidin hev."

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya Di Avakirin Aştî û Civaka Demokratîk Civînên Jinan de bi endamên Platforma Jinan a Fethiye ya Mûglayê civiya. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, endama Koordînasyona Jinan a DEM Partiyê Berna Çelîk û endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê yên Mûglayê û gelek jin beşdarî civînê bûn.

Halîde Turkoglu di civînê de axivî û bal kişand ser rola jinan a di pêvajoyê de û wêraniya ku ji ber şer derketiye holê. Halîde Turkoglu li ser banga aştiyê ya Rêber Apo rawestiya û destnîşan kir ku ev bang veguherînek demdirêj îfade dike.

Halîde Turkoglu anî ziman ku jin ne tenê li dijî şer in, di heman demê de kirdeya aştiyê ne û wiha got: "Jin ji bo temsîliyeta wekhev û edaletê têdikoşin. Jin hilgirên rastîn ên aştiyê ne û wê jin aştiyê ava bikin."

Halîde Turkoglu dazanîn ku çareserî bi veguherînek radîkal ku tevahiya civakê digire nav xwe pêkan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Şer ne tenê pirsgirêka jinên Kurd e. Têkoşîna ku jin bi hev re dimeşînin wê demokrasiya rastîn û aştiya civakî ava bike. Dema ku em neaxivin, civak bêdeng dimîne. Ji ber vê yekê, ji bilî mezinkirina têkoşînê ti rêyek din ji me re tineye."