Li Helebê êrîşa bi moşekan: 16 kes mirin

Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê li başûrê rojhilatê Helebê êrîşa bi moşekan pêk anî û di encamê de 16 kes mirin.

LI HELEBÊ ÊRÎŞA BI MOŞEKAN

Çapemeniya ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku artêşa Îsraîlê îro derdora saet 00.20’an êrîşên hewayî li başûrê rojhilatê Helebê pêk anîn û di encamê de, kuştî, birîndar û  zerarên madî çêbûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku bi sê moşekan kargeha baqir (Nehas) ya li bajarokê Heyanê yê gundewarê bakurê Helebê ku di bin kontrola hêzên girêdayî Îranê de ne hatiye hedefkirin. SOHR ragihand ku jêdera êrîşê nehatiye zanîn lê diyar kir ku di encamê de 16 kes mirine.

Li gorî SOHR, ji destpêka salê ve Îsraîlê 44 caran êrîşî axa Sûriyeyê kiriye, depoyên teqemeniyê, navend, biryargehên leşkerî û maşîne jî di nav de bi giştî 92 hedef wêran bûne.