Di operasyona QSD’ê de 5 çete hatin kuştin

QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyona hêzên wan ên taybet de, 5 çeteyên DAÎŞ’ê li kantona Dêrazorê hatin kuştin ku 2 jê serçete ne.

OPERASYONA QSD’Ê

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Yekîneyên Têkoşîna li dijî Terorê bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî şaneyeke terorîst a DAÎŞ’ê ku ji 7 çeteyan pêk tê tune kiriye. Li gorî agahiyên navendê dane, çeteyê berpirsê teqînên li Dêrazorê jî di nava wan çeteyan de ye. 

Hêzê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “Hêzên me bi operasyoneke ewlehiyê, bi ser cihê şaneyeke terorîst ê li gundê Dehla yê li rojhilatê Dêrazorê de girt û şer derket. Di wî şerî de 5 çeteyên şaneyê hatin kuştin ku di nava wan de 2 serçete hene." 

Navendê di daxuyaniya xwe de îşaret pê kir ku çeteyan dema direvîn, cihê xwe teqandiye ku berê bombe lê bi cihkiribû.

Duh çeteyên DAÎŞ’ê hewl dabû erebeyeke bombebarkirî li gundê El Ozbe biteqînin, lê QSD’ê ew hewldan têk biribû.