Cenazeyê şervanê QSD’ê Mezlûm Osman hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Qehreman (Mezlûm Welîd Osman) yê di 1ˊê Hezîranê de li Hesekê dema li ser erka xwe şehîd bû, hat veşartin.

Cenazeyê şervanê QSD’ê Qehreman (Mezlûm Welîd Osman) yê di 1ˊê Hezîranê de li Hesekê dema li ser erka xwe şehîd bû, hat veşartin. Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Leşkerî ya Helebê Hemze Heleb axivî û got: "Dema Kurd hewl didin gavekê ber bi serkeftinê ve biavêjin dijmin êrîşan pêk tîne û gefan dixwe. Hilbijartinên Rêveberiya Xweser ragihandine li ser bingeha demokrasiyê ne û li Sûriyeyê hîna nebûne. Dewleta Tirk bi armanca têkbirina hilbijartinan êrîşî herêmê dike."

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Valatîna Ebdo jî axivî û got: "Şehîd heta dawiyê di oxira azadiya gelê xwe de tê dikoşin. Divê em bi rêya nirx û rêgezên şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin, da ku hêviyên şehîdan pêk bînin."

Xizma şehîd Qehreman, Ayşe Hiso soza şopandina rêşa şehîd û tolhildanê da.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.