Cenazeyê Şehîd Mihemed Hac Seîd hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Mihemed Hac Seîd li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê hat veşartin.

Bi dehan xelkê Hesekê, endamên saziyên sivîl beşdarî merasîma veşartina şervanê QSDˊê şehîd Mihemed Hac Seîd bûn. Şervan Mihemed Hac Seîd di 30ˊê Gulanê de dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mistefa Osman sersaxî da malbata şehîd û got: "Şehîd dilê welat e û me ji hovîtiya dijmin diparêze. Ne ji fedakariyên şehîdan bûya, em nikaribûn bi ewle bijîn.”

Li ser navê Meclisa Leşkerî ya kantona Cizîrê Xalid Îsa axivî û got: "Şehîd di oxira pêkanîna projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan de canê xwe da."

Îsa soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan nû kir.

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Guljîn Ehmê wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.