Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Botan li Dirbêsiyê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Botan Serêkaniyê (Mihemed Ehmed) bi tevlîbûna sedan kesan li Dirbêsiyê hat veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarên Dirbêsiyê û Til Temirê cenazeyê şehîdê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Botan Serêkaniyê (Mihemed Ehmed) li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê veşart.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê Mihemed Eliyan axivî û sersaxî da malbata şehîd Botan Serêkaniyê.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Emîn fedakariyên gelê herêmê di oxira pêkanîna ewlehiyê li herêmê de dide û têkoşîna wan li hember êrîşan silav kir.

Apê şehîd Botan Serêkaniyê, Fewaz Ehmed got: "Botan, çeka xizmên xwe rakir û heta dawiyê tê koşiya. Em dê vê rêyê ber bi azadiyê ve temam bikin."

Ehmed wiha domand: "Em ê hesab ji dijmin û xayînan bipirsin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin. Em ê heta bidestxistina serketinê şopdarên xeta rêbertî û şehîdên xwe bin."

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin û di dawiyê de girseyê cenazeyê şehîd Botan Serêkaniyê bi dirûşmên "Şehîd Namirin" veşartin.

Şehîd Botan Serêkaniyê 31'ê Gulanê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bûbû.