Cenazeyê şehîd El Musena hate veşartin

Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê El Musena Elî El Ehmed spartin axê.

ŞEHÎDÊ HÊZÊN ERKA XWEPARASTINÊ

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê El Musena Elî El Ehmed 9’ê Hezîranê di encama nexweşiyeke giran de şehîd bûbû. Şêniyên bajarên Tirbespiyê û Çilaxa îro bi merasîmekê cenazeyê şehîd El Musena El Ehmed li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê yê Tirbespiyê spart axê.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çilaxa Feysel Mihemed axivî û got: "Em ji dewleta Tirk re dibêjin em li vir in. Em ê li ser axa xwe li ber xwe bidin. Em baş dizanin ku berxwedan jiyan e. Bi fedakariyên şehîdan em ê Sûriyeya demokratîk ji tevahî sûriyeyiyan re ava bikin."

Endamê Meclisa Têkiliyên Leşkerî ya bajarê Qamişlo Mihemed Zêdan jî axivî û got hêzên leşkerî dê li ser şopa şehîdan be ta ku armancên wan pêk bîne.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Îbrahîm El Nasir jî diyar kir ku şehîd, bi fedakariyên xwe pîroz in û banga xwedîderketina li armancên şehîdan kir.

Li ser navê malbata şehîd El Musena Elî Elî, pismamê wî Leys El Ehmed axivî û got: "Em bi şehadeta El Musena serbilind in. Em soz didin em ê li ser şopa şehîdan têkoşînê berdewma bikin."

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û cenazeyê El Musena El Ehmed di nava tilîliyên dayîkan de hat veşartin.