Cenazeyê şehîdê QSD’ê Wîsam Mehmûd hate veşartin

Li Kantona Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Useyd hate veşartin ku dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, li Dêrazorê şehîd bû.

CENAZEYÊ ŞEHÎD USEYD HATE VEŞARTIN

Şêniyên kantona Tebqayê li goristana şehîdan a li bajêr kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Useyd (Wîsam Mehmûd) oxir kir ku dema erka xwe ya leşkerî li Dêrazorê bicih dianî, şehîd bûbû.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Mensûra Xemîs Şerade axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Şerade wiha domand: "Şehîdan ji bo parastina projeya biratiya gelan, bicihanîna ewlehiyê û istqirarê canê xwe feda kir. Em ê jî li ser şopa wan û soza xwe bin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Saqir Cirniye axivî û got: "Gelên herêmê fedakariyên mezin dikin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Piştre girseyê cenazeyê şehîd Useyd di nava tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşma "Bi can û xwîn em bi te re ey şehîd" de spart axê.