Dewleta Tirk koçberên dersînorî Efrînê jî kirî, revand

Dewleta Tirk du koçberên dersînorî Efrînê kirî, revand. Aqûbeta wan nayê zanîn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji bajarê Efrînê ragihandine, çeteyên artêşa Tirk a girêdayî "artêşa millî ya Sûriyeyê" şêniyê bi navê Delîl Hisên Hecî (34) yê ji gundê Baflûr ê bajarê Cindirêsê û Cemal Heyan (35) ê ji bajarê Himsê li benda kontrolê ya gundê Qestêl Cindo a bajarê Şerayê revandin.

Hat ragihandin ku ev kesên ji Tirkiyeyê hatine dersînorkirin, dema ku xwestin bi rêya Bab El Selame yê li Ezazê biçin Efrînê, hatin revandin.