BI DÎMEN

'Gerîla ji bo me hêvî û azadî ye'

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Eyno got, çi dibe bila bibe ew ê li dû gerîlayên xwe bin.

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Eyno têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla ji ANF'ê re axivî.

Mihemed Eyno diyar kir ku bi avabûna PKK`yê re mirovahiyê berê xwe da jiyaneke nû ku ew jiyan reng bi reng e û her kesî jî di nava xwe de dihewîne û got: "Rêber Apo ji bo pirsgirêka Rojhilata Navîn hewceyî bi avakirina PKK`yê dît û wê artêşa ku hatiye avakirin jî ji xwe re yek gotin esas girt ku ew jî Kurdistan mêtîngeh e û divê ji bo Kurdistanê û aloziyên li Rojhilata Navîn em têbikoşîn. Li ser vî esasî gerîlayên me dest bi têkoşînekê kirine ku heya niha jî didomînin.’’

Mihemed Eyno bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd û ev yek anîn ziman: "Gelê Kurd bi avabûna PKK`yê re ji nû ve nûjen bû. Dewleta Tirk jî digot ku me beton li serê wan Kurdan kiriye û tiştekî bi navê Kurd li hole nemaye û êdî kesek nikare bibêje ez ji bo doza gelê Kurd rabûme û behsa azadiya Kurdistanê jî bike. Lê belê bi saya Rêber Apo careke din ew beton hate şikandin û perdeya mirinê jî hate qetandin. Navê gelê Kurd li tevahiya cîhanê deng veda û gotin ku em hene û xwe dane îsbatkirin. Em Kurd hene û Kurdistan jî heye û wê pirsgirêka Rojhilata Navîn jî were çareserkirin."

Eyno got, ew bi fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a pirreng rabûn û wiha pêde çû: ‘’Me bi saya fikrên Rêber Apo azadî û jiyan nas kir, me pirrengiya pêkhateyan nas kir û em bi saya wan yekan jî gihîştin van rojan. Vaye car din tecrîdeke giran li ser Rêber Apo heye û dixwazin bi vê tecrîdê qutbûnekê di navbera gel û Rêber Apo de pêk bînin. Niha jî em dibînin ku rojane li çiyayên azad bi çekên kîmyewî êrîş tên kirin. Armanca wan tunekirin e û berovajî wê jî armanca me jî ew e ku em li gel hemû pêkhateyan jiyaneke wekhev û azad ava bikin.’’

Mihemed Eyno destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa Kurdistanê zêde dibin û ev yek anîn ziman: "Ji berê heya niha îxanet tê kirin. Îro jî em dibînin ku bi destê malbata Barzaniyan çekên qedexe derbasî çiyayên azad dibin. Dewleta Tirk a dagirker bi destê malbata Barzaniyan derbasî herêmê dibe. Ev îxanet ne nû ye. Dewletên garantor û navneteweyî jî xwe bêdeng kirine ku qaşo ji bo parastina mafên mirovan hatine erkdarkirin. Lê belê berovajî wê ew ji bo berjewendiyên dewletan kar dikin.’’ 

Mihemed Eyno axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gerîla ji bo me hêvî û azadî ye. Em ê jî tim bi vê armanc û hêviya xwe li pey gerîlayên xwe bin. Em ê heta dawiyê li pey vê hêza xwe bin û em ê bigihîjin armanca xwe."