Çeteyên Tirk li Efrînê 6 kes revandin

Dewleta Tirk û çeteyên wî li Efrînê 6 kes revand û qadên daristanê ya gelek herêman û bi hezaran darên zeytûnê şewitand.

SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK

Çeteyên ˊFirqet Hemzat 7ˊê Hezîranê welatiyê bi navê Tahir Mihemed Şukrî (54) ê ji gundê Dargirê yê Mabeta ya Efrîna dagirkirî dema ji gund vedigerî Efrînê, revand.

Her wiha îstîxbarata Tirkiyeyê û çeteyên Polîsên Leşkerî li navçeya Raco Arif Reşîd (70), Omer Reşîd, Selah Elî (43), Izet Îsmaîl Bîlal (58), Mihemed Mistefa Nasan (45), Îsmaîl Bîlal (37) ku hemû ji gundê Kurê yê navçeya Raco yê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku 3 rojan agir bi daristana gundê Remedana yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê dagirkirî ketibû, bi wê re 150 donimên rûberên keskahiyê şewitîn.

Her wiha rêxistinê aşkera kir ku li daristanên çiyayê Hawrê yê di navbera navçeyên Bilbil û Racoyê de şewatên bizanebûn çêbûn, di encamê de 150 hêktar şewitî û zêdetirî hezar darên zeytûnê yên gundê Dîkê yê navçeya Raco şewitîn.

Rêxistinê destnîşan kir ku ev şewatên ku dewleta Tirk a dagirker, niştecihên li Efrînê û îstîxbarata Tirkiyeyê pêk tînin di çarçoveya guhartina demografiya herêmê de ne.