Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El Hadî hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Elî Hadî yê di 9’ê Hezîranê de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin.

Şehîd Ehmed El Hadî

Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Elî Hadî yê di 9’ê Hezîranê de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin. Bi dehan xelkê bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl beşdarî merasîmê bû.

Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatme Ehmed sersaxî da malbata şehîd û got: "Şehîd Ehmed bi penabertiyê nefikirî, lê hezkirina welat û girêdana bi axê ve da pêşiya wê."

Yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Idrîs Oso axivî û got: "Şehîd Ehmed ji dema tevlêbûna di 2021’ê heta dîroka şehadetê mînaka biratiya gelan bû. Li kêlek hevêriyên xwe çek hilgirt û parastina ewlehî û aramiya herêmê kir."

Di dawiyê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Guljîn Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.