Li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê çeteyekî DAÎŞ’ê girtin ku destê wî di gelek êrîşên bi wesayîtên bombebarkiri hatine kirin de, hebû.

OPERASYONA LI DIJÎ ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê girtina çeteyekî DAÎŞ’ê li rojavayê Dêrazorê de daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Îro danê sibê, 10ˊê Hezîranê Dezgeha Ewlekariya Giştî di operasyoneke ewlehiyê de çeteyekî şaneyên DAÎŞ’ê li rojavayê Dêrezorê girt. Destê wî çeteyî di gelek êrîşên erebeyên bombebarkirî yên li dijî hêzên leşkerî li gundewarê Dêrazorê de hebû.

Piştî çavdêrî û şopandina çeteyekî şaneyên DAÎŞ’ê li gundewarê rojavayê Dêrezorê, ku ew bi heman şaneyê ku bi erebeyên bombebarkirî êrîşî bendeke kontrolê yên hêzên leşkerî ya li bajarokê El Şihêl û nuqteyeke leşkerî ya li bajarokê Ezba kiribûn, hat girtin û ev çek di destê wî de hatin desteserkirin:

Sewa’iq (fetîlên bombeyan): 18

Teqemenî: 4

Narincok: 2

Darat: 8

Betarî: 6

Mesbeheya teqemenî: 2

Mermiyên klaşnîkovê: 482 mermî

Rext: 2

Hêzên me lêpirsînên destpêkê bi girtî re diqedînin û piştre ji bo cezakirina wî ya adil ji edliyeyê re dişînin."