Li Reqayê çalakiya li dijî tecrîdê

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xist.

Çalakiya konvedanê li Parka Reşîd a navenda bajarê Reqayê hat lidarxistin. Di çalakiyê de bi dehan şêniyên bajêr, endamên meclisên sivîl û leşkerî û endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Di çalakiyê de endama Komîteya Perwerdê ya kombûnê Kerem Şihab daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de binpêkirina pîvanên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve nexasim dirêjkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo 6 mehên din û bêdengiya civata navneteweyî li hemberî van kiryaran, hatin şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de banga aşkerakirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî hat kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin jinan bi fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad jiya û ji teoriya baviksalariyê rizgar bû. Her wiha jinan soz da Rêber Abdullah Ocalan ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê têkoşîna xwe bilind bikin.

Her wiha bang li berpirsên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku destwerdanê bikin û vê tecrîda derqanûnî bi dawî bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza domandina projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a neteweya demokratîk, rûniştandina nirxên jiyana hevbeş û wekheviyê hat dayîn.

Piştre, hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Luey El Îsa bi navê şêniyên bajêr tecrîda dermirovî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermeke mezin a li ser rûyê civata navneteweyî ye. Fikrê Rêbertî rêya xelasiyê ya gelên Rojhilata Navîn e da ku ji bin zordariya hegemoniya cîhanê derkevin."

Di dawama axaftina xwe de El Îsa destnîşan kir ku xebata aştiyane ya şoreşgerî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan erkekî mirovî ye, ji ber armanc ji tecrîdê tunekirina demokrasî û hêviyên gelan ên azadiyê ye.

El Îsa bang li hemû azadîxwazên cîhanê û saziyên hiqûqî kir ku banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin.