BI DÎMEN

Li Qamişloyê tecrîda li Îmraliyê bi meşekê hat protestokirin

Li Qamişloyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meşek girseyî hat lidarxistin.

Li Qamişloyê bi pêşengiya Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meşek girseyî hat lidarxistin. Şêniyên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs, rûspiyên eşîrên Ereb, oldar û şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê beşdarî meşê bûn. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên mezin ên li ser “Ji Rêber Apo re azadî” nivîsî hatin hildan.

Meş ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û heta Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo berdewam kir. Di meşê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin û daxwaza azadiya fîzîk hat kirin.

Li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo meş veguherî mîtîgê û li wir berdevka Kongra Star a Qamişlo Îbtîsam Hisên axivî. Îbtîsam Hisên, berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25 salan ve di encama Komploya Navneteweyî de di girtîgeha Îmraliyê de ye, silav û pîroz kir.

Îbtîsam Hisên anî ziman ku dewletên ev komplo pêk anîne dixwazin nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin û got: “Dixwazin projeyên xwe ji bo 100 salên din li herêmê pêk bînin. Her wiha ew hewl didin ajandeyên xwe pêk bînin û serdestên gelên herêmê bin. Rêber Abdullah Ocalan bi projeya neteweya demokratîk li hember siyasetên dewletên kapîtalîst sekinî. Rêber Abdullah Ocalan berxwedaneke mezin li Îmraliyê dide meşandin."

Endamê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Heyal Xiwêr jî axivî û wiha got: "Hêzên hegemonîk tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku di girtîgehê de di êşkenceyên derûnî û fîzîkî re derbas dibe, didomînin. Em helwesta rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kiriye çavkaniya ronahî û azadiyê.”

Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.