BI DÎMEN

'Xebatê Zarokan' destpê kir

'Xebatê Zarokan' ê ji şano, perwerdeya muzîkê û nîşandana fîlman destpê kir. Zarokên navbera 9 û 12 salî wê sê mehan bêne perwerdekirin.

XEBATÊ ZAROKAN

Projeya 'Rojên Şanoyê' ku Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Tevgera Çandê ya Jinê Hîlala Zêrîn û Komîteya Zarokan a Şilêr par bi hev re lidar xistin, nîşandana fîlman, karê avakirina komên muzîkê di 8'ê Hezîranê de bi zarokan re hatin meşandin.

Di çarçoveya projeyê de ku bi komek ji 15 kesan tê meşandin, li bajarên Rimêlan û Dêrikê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Kampa Newrozê çalakî hatin lidarxistin. Kantonên Şehba û Efrînê jî di nav de 12 komên şanoyê yên zarokan hatin avakirin. Her wiha li Rimêlanê bi beşdariya zarokên şehîdên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê sûriyeyê Koma Zarokan a Faraşîn hate avakirin, mamoste hatin perwerdekirin. Lîstikên ku kom dilîzin, lîstikên klasîk ên Kurdan e. Lîstikên mîna Pîre Rovê, Şêr û Mişk, Çûk û Pore, Mişk û Pisîk hatin amadekirin. Çar lîstik li Rimêlan û Dêrikê, sê lîstik jî li Qamişloyê hatin lîstin. Ji bo lîstikan stran hatin amadekirin, zarokan stran gotin. Li Minbicê jî bi vê projeyê festîvaleke zarokan hate lidarxistin. Her wiha komên muzîk û govendê yên ji zarokan bûn piştgirî ji projeyê re. Ji welatê Baskê Şaredariya Durango, Komeleya Fronti Di Pace, Rêxistina Societa in Formazione, Teatro Degli Incontri, Teatro Ura, Oltreunpo Teatro û Comunita Brasiliana ya li Romayê piştgirî dan vê projeyê. Ev sazî piştgiriyê didin karên vê salê.

AFIRANDINA TAYBETMENDIYÊN AFIRÎNER

Komên hunerê yên zarokan ku par tenê karên şanoyê dikirin, îsal li gel şanoya sê mehan her wiha wê karên muzîkê û nîşandana fîlman bikin. Weke temamkirina perwerdeya li dibistanan zarok wê havînê dema xwe bi têr û tijî derbas bikin û bi perwedeya hunerê taybetmendiyên xwe yên afirîner bi pêş bixînin.

JI 50 ZAROKÎ RE WÊ PERWERDEYA HUNERÎ BÊ DAYIN

Perwerdeya li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê wê hefteyê du rojan be û ji 50 zarokî re bê dayin. Şivan Cizîrê, Şevzan Mehmûd û Ekîn Ronî wê perwerdeyê bidin zarokên di navbera 9 û 12 salî de. Di çarçoveya perwedeyê de her wiha wê li gel dersan ger û geş û karên ekolojîk jî bêne kirin. Malbatên ku ji karê par kêfxweş bûn, îsal jî piştgiriyê didin karê hunerî yên ji bo zarokên xwe.

HAVÎNEK BEDEW JI BO ZAROKAN

Sê mehan li beşa muzîkê tevî perwerdeya amûran, karê koro, perwedeya nota wê dersên solfejê jî bêne dayin. Li beşa şanoyê jî perwerdeya lîstikvaniyê, hezkirina nivîsandinê, karên drama, deng û diyaframê, jestê bêne dayin. Her wiha her hefte wê bi çalakiyên civakî piştgiriya derûnî û fîzîkî ji zarokan re bê dayin. Ji nîşandana rêze fîlman heta bi sporê û konseran wê zarok havîneke bedew derbas bikin. Zarokên Dêrikî wê beşdarî festîvala zarokan bibin ku her sal 1'ê Îlonê tê lidarxistin. Wê bi şano û koroya zarokan hunera xwe pêşkêş bikin.