BI DÎMEN

Cenazeyê Şehîd Feysel Elewî bi girseyî hat veşartin

Xelkê bajarê Sirînê cenazeyê şehîdê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Feysel Elewî bi merasîmeke bi heybet veşartin.

Bi sedan xelkê bajarê Sirînê bi merasîmeke girseyî Şehîdê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şehîd Feysel Elewî ê di 7’ê Tîrmehê de li ser erka xwe şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Sirînê veşartin.

Merasîm bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê a Kantona Firatê Ehmed Xoce axivî û wiha got: “Divê em xwedî li xeta şehîdan derkevin û bi ruhê netewa demokratîk jiyaneke azad bi saya şehîdên xwe misoger bikin.”

Endamê Meclîsa Leşkerî a Bajarê Sirînê Mistefa Oçkardaş jî axivî û wiha got: "Em soz didin şehîdê xwe ku em ê rêya wî bişopînin û dawî li dagirkeriyê bînin. Em ê heta dawiyê ji bo azadiya gelê xwe ala şehîd Feysel hildin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hat veşartin.