'Armanca dewleta Tirk firehkirina asta dagirkeriyê ye'

Cîgirê Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo Rondar Salih got, dewleta Tirk bi armanca valakirina herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û firehkirina asta dagirkeriya xwe bi rojane gef û êrîşên xwe dewam dike.

Cîgirê Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo Rondar Salih têkildarî sîyaseta dewleta Tirk a li ser gelên Rojhilata Navîn dide meşandin ji ANF’ê re axivî  û  got: ''Dewleta Tirk ji berê heya niha li dijî gelan her tim siyaseta komkujî, talankirin û wêrankirinê dide meşandin. Her wiha dewleta Tirk bi tenê li hemberî gelê Kurd dijminatîyê nake ji ber ku siyaseta xwe li hemû Rojhilata Navîn dide meşandin, dijminatiya hemû gelan dike. Dweleta Tirk bi armanca firehkirina asta dagirkerîya xwe, çeteyên xwe li her derê kom dike û li van herêman bi cih dike. Ev hemû kiryar jî bi armanca ku dubare vegerandina Împaratorîya Osmanî ye.’’ Rondar di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku Rêveberîya Xweser ji bo cîhanê bû nimûneyek û ji ber wê dewleta Tirk bi rojane li dijî herêmê gefên xwe zêde dike û ev yek anîn ziman: ‘’Piştî ku Rêveberîya Xweser xwe bi armanca yekîtîya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate demizrandin û li herêmê destkeftiyên mezin bi dest xistin û heta roja îro jî gefên dewleta Tirk li hemberî van serkeftinan berdewam in.''

Rondar Salih anî ziman ku dewleta Tirk bi gefên xwe binesazîyên herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê hedef digire û ev yek anîn ziman: ''Dewleta Tirk bi rojane gefên xwe yên li dijî destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bi destxistin û li ser sivîlan berdewam didomîne. Dewleta Tirk di vê dawîyê de li pêş çavê cîhanê êrîşan dibe ser hemû cihên ku dikevin xizmeta gel. Di encama van êrîşan de ceyran, av, aş û kampanyayên di xizmeta gel dene û binesaziyên herêmê hatin xerakirin.‘’

Rondar diyar kir ku gelê herêmê rastîya siyaseta dewleta Tirk nas kirîye û li hember wê bi baweriyeke mezin li ber xwe dide û axaftina xwe wiha domand: ‘’Gelê me rastîya siyaseta dewleta Tirk nas kiriye û bi baweriyeke mezin û bi têkoşîneke mezin bersiv daye û hemû gel bi hev re li hemberî vê siyasetê disekine. Ji ber ku xeta gel xeta şehîdan û fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e û  gelekî ku zêdetirî 10 salan e şoreşek ava kiriye û di vê rêyê de zarokên xwe feda kirine wê tu carî  dev ji doza xwe bernede û piştevaniya xwe ya ji bi Rêveberiya Xweser tekez kiriye.''  

Salih anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya van gef û êrîşan dixwaze herêmê vala bike û guhertina demografîk pêk bîne û got:  ‘’Dewleta Tirk dixwaze gelên resen ji herêmên Bakur û Rojhilata Sûrîyeyê vala bike û li her derê siyaseta xwe a guhertina demografîk bide meşandin. Lê belê felsefeya ku gelê me girêdayî wê dimeşe û ji xwe re hilbijartiye gef û êrîşên dewleta Tirk vala derdixe û helwesta gelê me ya li hemberî siyasetên ku tên meşandin tim berxwedan e.''  

Rondar Salih di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê bi gelê xwe re welatê xwe biparêzin û tu carî bi paş ve  gav navêjin û got:  ''Em jî weke Meclîsa Kantona Qamişlo diyar dikin ku  hemû xebatên me ji bo vî gelî ne û  em ê bi gelê xwe re welatê xwe biparêzin û tu carî em ê dev ji doza xwe bernedin û ji bo ku em herêmên xwe yên hatine dagirkirin, rizgar bikin jî em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin. Her ku dewleta Tirk gef û êrîşên xwe zêde dike, hêrs û bersiva me jî xurtir dibe û gelê me bi hemû pêkhateyên xwe li dijî van êrîşan li ber xwe dide. Her wiha divê êdî  cîhan jî li hember van êrîşên dewleta Tirk yên li ser xweza û mirovahiyê helwestekê nîşan bide.’’