Zîwer Şêxo: Armanca me afirandina civakek ekolojîk e

Endamê Rêveberiya Komeleya Keziyên Kesk Zîwer Şêxo anî ziman ku xebatên Keziyên Kesk xwe dispêre hişmendiya ekoljiya civakî û diyar kir ku armanca wan avakirina civakek ekolojîk e.

KOMELEYA KEZIYÊN KESK

Di jiyana mirovan de yan jî di gerdûnê de ekolojî yek ji lingên bingehîne ku mirovahî li ser jiyana xwe didomîne. Ji ber çiqas mirov di ekolojiyeke paqij û xwezayî de jiyan bike ewqas bi tenduriste. Heta demekê bi awayeke rêk û pêk mirovahiyê parastina ekolojiyê dikir. Bi pêşketinên teknolojî û sîstemên ku li ser civakê hatine meşandin êdî civak ji ekolojiyê dûrket û ekolojî yan jî xweza ji rastiya xwe hate dûrxistin.

Di nav wan sîsteman de tu hewildanên ji bo parastina jîngeh an jî ekolojiyê nehatin meşandin û bi demê re bi wê hişmendiyê civak heta roja me ya îro hat. Piştî Rojavayê Kurdistanê û bi taybet piştî belavbûna fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di parêznameyên xwe de qala ekolojiyê û pirsgirêkên xerakirina ekolojiyê û çareseriya wê dike, civak careke din rabûn ser piyan û ji bo parastina ekolojiyê careke din gavên hatin avêtin.

Komeleya Keziyên Kesk di Mijdara sala 2020'an de bi çend kesan hate avakirin. Komele xebata xwe ya xwebexş li ser esasê parastina jîngeh, ekolojiyê û belavkirina rê û rêbazên rast a ji bo parastina ekolojiyê dide meşandin.

Endamê Rêveberiya Komeleya Keziyên Kesk Zîwer Şêxo ji ANF'ê re danasîna Komeleya Keziyên Kesk kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: ''Keziyên Kesk înîsiyatîfa gelêrî ya xwe, dispêre hişmendiya ekolojiya civakî, lê ji wê zêdetir weke komleyekê tê naskirin û weke tevgereke ekolojîk li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin dike. Keziyên Kesk bi hişmendiyeke gerdûnî û xebatên xwe dimeşîne.''

Zîwer di dewama axaftina xwe de li ser wateya navê Keziyên Kesk axivî û diyar kir ku ji bo bîranîna 5000 jinên ku li Şengalê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin revandin û windakirin, ev nav li komeleyê hate kirin. Zîwer wiha got: ''Navê Keziyên Kesk ji ber ku li vê herêmê kezî weke sembola berxwedaniya şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye û li aliyeke din ji bo bîranîna 5000 jinên Kurd ên Êzîdî ku li Şengalê ji aliyê Çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin revandin û windakirin, me ev nav hilbijart. Her wiha logoya komeleya me keziyek û darek Zeytûnê ye. Dara Zeytûnê sembola keskatî û aştiyê ye û li Kurdistanê bi taybet Efrîna dagirkirî bi warê zeytûnê tê naskirin, lewma sembola me bi vî awayî ye.''

Zîwer Şêxo anî ziman ku Komeleya Keziyên Kesk xwe li seranserî Ewropa û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin dike û wiha pêde çû: ''Keziyên Kesk li seranserî Ewropa û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komên xwebexş hene. Her wiha dan û standinên me bi saziyên jîngehparêz ên cîhanî re jî hene. Lê li ser asta Rojavayê Kurdistanê li hemû bajaran komên me yên xwebexş xwe bi rêxistin kirine.

Armanca me ew e ku em civakeke ekolojîk afirînin. Gelek caran dema em dibêjin saziyeke ekolojîk in weke ku tenê saziyekê ji bo zêdekirina daran tê naskirin. Lê em di heman demê de ji bo xwe rêveberiya civakê û rêxistinkirina wê jî, xebatên xwe dimeşînin.''

Endamê Rêveberiya Komeleya Keziyên Kesk Zîwer Şêxo axaftina xwe wiha bi dawî kir: ''Civak hezkiriyên ekolojiyê ne. Lê ekolojî ji aliyê desthilatdaran ve tê xerakirin. Projeya me ya bi navê 'dibistana ekolojîk, civaka ekolojîk e', cara yekem li Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve meriyetê. Her wiha em hewl didin li dibistanan jî komîteyên ekolojiyê ava bikin. Projeya me ya bi navê 'Pişkên Gundewarî' jî heta niha bi xebatên şaredariyên gundan re hatiye meşandin. Projeyên ku me qala wan kirine, projeyên mezin in û ji bo demeke dirêj dê xebatên wê bên meşandin.''