Leşkerên Tirk ên dagirker kesek qetil kir

Di encama gulebarana leşkerên Tirk ên dagirker de, li gundê Dûdayê kesekî jiyana xwe ji dest da.

DAGIRKERAN DÎSA ÊRÎŞ KIRIN

Li gundê Dûda yê di navbera Qamişlo-Amûdê de di encama gulebarana leşkerên Tirk ên dagirker de kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ji gundiyan hatine wergirtin, bûyer di derdora saet 14.00’an de qewimî. Nasnameya kesê hatî qetilkirin, nehate diyarkirin.