Dewleta Tirk li Efrînê revandina mirovan didomîne

Li gundê Kûra yê bajarê Cindirêsê 3 şêniyên bi navê Silêman Hikmet, Cano Hecî Reşîd û Mihemed Reşîd Hec Omer ji aliyê dewleta Tirk ve hatin revandin.

Çeteyên "polîsên sivîl" yên dewleta Tirk a dagirker li gundê Kûrayê 3 kes revandin. Ev kes berê ji aliyê hêzên dagirker ve hatibûn revandin û bi dayîna fidyeyê hatibûn berdan.

Çeteyên "Cebhe El Şamiye" yên dewleta Tirk a dagirker de 4’ê Nîsana 2024’an de Temam Sefûr (46) yê ji Humsê ku Tirkiyeyê wî bi zore dersînor kiribû, revandibûn û ji bo berdana wî ji malbata wî hezar û 500 dolar fidye xwestibûn.

Di heman dîrokê de 22 penaberên sûriyeyî yên ku kartên wan ên hemwelatîbûna Tirkiyeyê hebû, jii aliyê dewleta Tirk ve bi zorê ji deriyê sînor ê li Ezazê hatin vegerandin.