Li Kantona Cizîrê operasyon: Çeteyek hate girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li Kantona Cizîrê di operasyoneke dijî çeteyên DAÎŞ'ê de çeteyekî DAÎŞ'ê hatiye girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê operasyonê û girtina çeteyê DAIŞ’ê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyakirin ku Hêzên Ewlehiya Giştî bi beşdariya Hêzên Taybet (H.A.T) roja sêşemê (4’ê Hezîranê) operasyonek li gundê Deşîşe li dar xist.

Hate gotin, endamên Hêzên Ewlehiya Giştî û endamên Hêzên Taybet (H.A.T) piştî  şopandin, lêkolînkirin û tevgerkeke bi baldarî girtin ser cihê çeteyê DAIŞ’ê. Di operasyonê de çete hate girtin, her wiha miqdara çekan û telefonên destan ên bi çete re hatin desteserkirin.