HEVPEYVÎN

Çîrokeke ji Xeze heta Serêkaniyê

Endama Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Mûna Yûsûf weke zarokek a malbateke ji Xezeyê, li Serêkaniyê ji dayik bûye û mezin bûye. Mûna Yûsûf diyar kir, tiştên ku li Xezeyê bi serê dayik û bavê wê hatî, li Serêkaniyê jî bi serê wê bi xwe hat.

ROJAVA

Endama Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Mûna Yûsûf diyar kir ku ew jineke şermîn bû û ditirsiya fikrên xwe bîne ziman, lê bi tevlîbûna Şoreşa Rojava re xwe nas kir û ket ferqa hêza xwe. Mûna Yûsûf hewl dide ku xwe bigihîne jinên Sûriyeyî û Rojhilata Navîn û bi wan re mil bi mil têbikoşe.

Mûna Yûsûf ku zarokek a malbateke Fîlîstînî ye, li Serêkaniyê ji dayik bû û mezin bû. Li gorî hatî ragihandin; ji malbateke berfireh a ku li Xezeyê weke Malbata Semûr tê naskirin, tê. Mûna Yûsûf wiha dewam kir: “Dayik û bavê min li kampeke bi navê Shatî jiyan kirine. Li gorî kevneşopiyên sala 1948’an hatine zewicandin ku di wê demê de zewaca di temenê zarokatiyê de, pir belav bû. Bavê min Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Qahîreyê xwend û neçar maye ku bi dayika min re biçe Misirê. Di sala 1948’an de Fîlîstînî ji xaka xwe tên koçberkirin û di sala 1952’yan de jî ji Xezeyê tên koçberkirin, ev yek weke bûyera Nekbe tê zanîn. Di bûyera Nekbe de bavê min refa 4’an a zanîngehê diqedîne. Ji bo vegere Fîlîstînê gelek hewldanê dike, lê nikare. Dema ku Fîlîstîniyên li Xezeyê dijîn tên koçberkirin, vegera malbata min nepêkan hate dîtin.

HEMA BÊJE ÊDÎ MALBATA XWE WINDA KIRIBÛ

Dı van bûyeran de malbata bavê min neçar ma ku ji Xezeyê derkeve û heta ku rewş hinekî sakîn bûyî, bavê min ti agahî ji malbata xwe wernegirt. Piştî demek dirêj zanî ku birayekî wî li Siûdî Erebistanê ye, birayek wî yê din jî li Dûbaiyê ye. Aqûbeta yên mayî jî di wê demê de nekariye zelal bike. Êdî hema bêje bavê min malbata xwe winda kiribû. Bi hevjîn û zarokên xwe re tenê mabû. Ji ber zor û zehmetiyên ekonomîk bavê min neçar ma ku demildest bixebite, hîn Fakulteya Tibê temam nekirî derbasî Endezyariya Zîraatê bû. Di salên 1948’î de ne pêkan bû ku jinek li Xezeyê dibistanê bixwîne. Lewma dayika min dibistan nexwend û di temenekî biçûk de hate zewicandin. Malbata dayika min jî belav bû û tenê birayekî wî maye. Li Misirê birayê min û xwişka min ji dayik bûn.

KOÇÎ SÛRIYEYÊ DIKIN

Ji ber ku di wê demê de têkîliyên Sûriye û Misirê baş bûn, di sala 1956’an de li Sûriyeyê projeyeke mezin a bi navê ‘baxçeyên dewletê’ hebû. Ji bo ku bavê min li ser wê projeyê bixebite, ji aliyê Misirê ve hat şandina Sûriyeyê. Bavê min bi çûyîna Sûriyeyê re car din dest bi lêpirsînkirina dayik û bavê xwe dike û dizane ku dema ji Xezeyê koça neçarî li ser wan tê ferzkirin di rê de winda dibin û li ser rê tên spartina axê. Di bûyera Nekbeyê de ji Malbata Semûr zêdeyî 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.

JI BER KU NE SÛRIYEYÎ NE

Ji ber ku ne welatiyê Sûriyeyê bûn, nasnameya wan a welatîbûyînê nebû. Her sal divê li daîreyên fermî yên rejîmê, belgeyên rûniştinê bihatiban nûkirin. Mijara ku herî zêde me zorî lê kişandî jî ev bû. Birayê min û xwişka min endezyarî xwendin, lê ji ber ku ne welatiyê Sûriyeyê bûn nekarîn tevlî ti xebatan bibin. Yanî digotin, ‘Hûn dikarin bixwînin, lê em kar nadin we’.

BI HÊVIYA VEGERÊ JIYAN KIRIN

Bavê min û dayika min, heta nefesa xwe ya dawî bi hêviya vegerin Xezeyê jiyan kirin. Dema ku bavê min şev dihat malê, destpêkê televîzyon vedikir û nûçe dişopandin. Dayika min di nava rojê de timî qala Xezeyê dikir. Pir mereq dikir ka li Xezeyê çi diqewime. Ne li Xezeyê bû, lê dil li Xezeyê bû. Wê demê ne mîna niha bû. Amûrên peywendiyê, qaset bûn. Ji bo ku rewşa yên li Xezeyê bizanin, dengê xwe li qasetekî qeyd dikirin û bi rêyekê dişandin. Zarokatiya min bi guhdarkirina çîroka mala wan a li Xezeyê derbas bû.

JIYANA ZEHMET A LI SERÊKANIYÊ

Malbata min di sala 1971’an de li Serêkaniyê bi cih dibe. Em 8 xwişk-bira ne. Ez di sala 1973’yan de ji dayik bûme û ez zarokê 6’an im. Ji me yên herî mezin du li Misirê ji dayik bûn, yên din jî li Sûriyeyê ji dayik bûn. Ez ji dibistana Amadeyî mezûn bûm û ji bo ku di qada biyolojiyê de bibim pispor, ez çûm zanîngehê. Di sala 1992’yan de piştî min dîplomaya xwe ya amadeyî wergirt, ez zewicîm. Min xwendina biyolojiyê dewam kir, lê ji ber ku ez bûm dayik min nekarî zanîngehê bidomînim. Ji ber rewşa madî jiyana min û hevjînê min zehmet bû. Ji ber ku ez bûm dayik, sala dawî ya zanîngehê min neqedand. Di dema ku derfetên min ên karî heyî jî, ji ber min nasnameya Sûriyeyê nebû min nekarî kar bibînim. Mala me nebû, pirsgirêka ekonomîk cidî bû. Bi pereyê ku me berhev kirî, destpêkê me araziyek wergirt û qasî 10 salan me di odeyekî de jiyana xwe domand. Piştî 10 salên din me odeyek din jî li odeya xwe zêde kir. Hingî ku me derfetê ekonomîk didît, me hejmara odeyan zêde dikir. Mala me temam bûbû, lê şer jî li ber derî bû.

DAGIRKIRINA SERÊKANIYÊ

Krîza Sûriyeyê di sala 2011’an de destpê kir, di sala 2013’an de şer li Serêkaniyê çêbû û di sala 2019’an de jî dewleta Tirk Serêkaniyê dagir kir. Weke şahidekî van bûyeran, sankî tiştên ku li Xezeyê bi serê dayik û bavê min hatî di çav û ruhê min de zindî bûbû. Serêkaniyê hatibû dagirkirin û her yek ji me belav bûbûn. Nêzî 15 rojan agahiya ti kesê ji hevdû nebû. Wê demê min fêm nedikir ka welat tê çi wateyê. Xaka ku ez lê ji dayik bûm û mezin bûm, hatibû dagirkirin. Mala xwe, keda xwe ya bi salan min li pey xwe hişt û ez hatim koçberkirin. Ji ber şer gelek caran ji bo demek kurt em ji Serêkaniyê derketin, lê ji sala 2019’an û vir ve car din em nevegerîn Serêkaniyê. Ji bo min Serêkaniyê ji Xezeyê binirxtir bû, ji ber ku ez li Serêkaniyê ji dayik bûm û mezin bûm. Keda min a 50 salan çû. Mala min û xaka min ji dagirkeran re ma.”

BI ŞOREŞÊ RE BI HÊZA XWE HESIYA

Dema ku Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de destpê kir, Mûna Yûsûf têkoşîna ji bo welatê azad û jina azad bi kelecan dît û hîs kir ku wê geşedanên girîng biqewimin. Mûna Yûsûf lewma dixwaze di nava têkoşînê de cih bigire. Mûna Yûsûf dayika 4 zarokan e. Beşdarî perwerdeyên di komunê de tên dayîn, dibe. Feraseta xwişk-biratiya gelan û xwe rêveberiya gelan, bala wê dikişîne. Mûna Yûsûf biryar da ku enerjiya xwe ya ku bi salan hatî mêtingehkirin, derxîne holê. Mûna Yûsûf ev tişt ragihand: “Di sala 2015’an de ez beşdarî xebatên Kongra Star bûm, min bawer kir ku rêxistinbûna jinê wê azadiya gelan mîsoger bike. Min bi vê baweriyê jiyana xwe domand. Ji sala 2024’an ve jî weke endama Meclîsa Jinan a Sûriyeyê ez hewl didim xwe bigihînim jinên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn û bi hev re mil bi mil têbikoşin. Ez jineke şermîn bûm û ez ditirsiyam ku fikrên xwe jî bînim ziman. Bi Şoreşa Rojava re min xwe nas kir û ez ketim ferqa hêza xwe. Bi Şoreşa Rojava re mîna ku ez jinûve ji dayik bûm. Ez girîng dibînim ku hestên ez dijîm, hemû jin jiyan bikim. Têkoşîna Azadiyê ya Gelan wê her roj mezin bibe û ev fikir wê li tevahî cîhanê belav bibe.”