BI DÎMEN

9’emîn Mihrîcana Kurteçîrok di roja 2’yemîn de dewam dike

9’emîn Mihrîcana Kurteçîrok bi dirûşmeya “Çîrok Bîranîna Gelan e” di roja duyemîn de didome. Endamê Komîteya Rêveber ê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Nûşîn Bêcirmanê, diyar kir mihrîcan ji bo parastina çand û ziman hatiye lidar xistin.

Bi pêşengtiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê 9’emîn Mihrîcana Kurteçîrok li parka Xwendinê a li bajarê Qamişlo bi bêşdarbûna 35 çîroka ji destê 35 nivîskaran bi dirûşmeya “Çîrok Bîranînên Gelan e” destpê kir. Mihrîcan wê 5 rojan berdewam bike. Her wiha ev mihrîcan bi armanca ku gelê Kurd bi pênûsa xwe li hember dijmin, şer bike û zimanê xwe biparêzin hatiye bi rêxistinkirin. Di derbarê mihrîcanê de û li ser pilansaziya her 5 rojan Endamê Komîteya Rêveber ê Yekîtiya Nivîsarên Kurd li Sûriyeyê Nûşîn Bêcirmanî ji ajansa me ANF’ê re axivî.

Nûşîn Bêcirmanî, da zanîn ku Mihrîcana Kurteçîrok a Kurdî di 8’ê Hezîranê de destpêkiriye û wê heta 12’ê Hezîranê berdewam bike û wiha got, “Tevahî çîrokên ku radestî komîteya nirxandinê hatin kirin 41 çîrok bûn. Ji ber şert û mercên ku di çîrokan de divê werin pêkanîn 35 çîrok tenê hatin erê kirin û ketin pêşbirkê de. Her wiha kesên ku tevlî mihrîcanê bûn, ne tenê ji Qamişlo yê, her wiha ji Efrîn, Kobanê, Hollanda, Amed û Siwêd jî tevlî bûn hene.”   

Nûşîn Bêcirmanî, da xuya kirin ku di her rojeke ji mihrîcanê wê çend çîrok werin xwendin û wiha pê de çû, “Di roja destpêkê ya mihrîcanê bi axaftinên endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd ê Sûriyeyê û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) destpê kir û 6 çîrokên nivîskarên ku bêşdar bûne hat xwendin. Roja duyemîn jî wê 8 çîrok, roja sêyem 8 çîrok, roja çaremîn 7 çîrok û roja pêncemîn jî wê 6 çîrok werin xwendin. Kesên ku bi çîrokên xwe tevlî bûne ji bajar û welatên cuda ne.”  

Bêcirmanî, di dawiyê de anî ziman ku piştî mihrîcan bi dawî bibe komîteyek ku hatiye avakirin wê ji nav 35 çîrokên hatine xwendin hilbijartinek bike û ji bo kesên bi serketî wê xelat bê dayîn û got, “Di dawiyê de jî wê pêşbirka pirs û bersiv ji bo kesên peşdarî mihrîcanê bûne bê kirin, kesê ku rast bersiv bide wê bi pirtûkan werin xelat kirin.”