Hilbijartinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo meha Tebaxê hate taloqkirin -NÛ BÛ

Hilbijartinên şaredariyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dihate payîn di 11'ê Hezîranê de bihatina kirin ji bo meha Tebaxê hate taloqkirin.

Li gorî daxuyaniya rayedarên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hilbijartinên şaredariyan ên ku diviyabû 11'ê Hezîranê bihatina kirin hatin taloqkirin.

Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind ragihand ku li ser daxwaza taloqkirinê biryar hate dayin ku hilbijartin di meha Tebaxê de bê kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku partiyên siyasî û tifaqan serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û xwestin hilbijartin ji bo demeke cuda bê taloqkirin.

Li gorî daxuyaniyê, ji ber dema propagandaya hilbijartinê kurt bû, hilbijartin hatiye taloqkirin.

Ji bo hilbijartinê 2 tifaqan, 3 partiyên siyasî û gelek namzetên serbixwe serlêdan kiribûn.