Dagirkeran agir berda araziyên li Şêrawayê

Artêşa Tirk a dagirker agir berda araziyên ji gundê Meryemîn heta Enabikê yên navçeya Şêrawayê.

ÊRÎŞA LI SER ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ

Artêşa Tirk a dagirker agir berda araziyên ji gundê Meryemîn heta Enabikê yên navçeya Şêrawayê. wê re agir bi gelek gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê ket. Agir heta gundên Şewarxa, Tatmeraş û Tinibê, Malikiyê belav bû. 

Dagirkeran agir berda li zeviyên gundê Basilê û heta qada daristanê ya gundê Soxanelê belav bû.