Li Kampa Holê jinek û 2 zarokên Êzidî hatin rizgarkirin

Li Kampa Holê jinek û 2 zarokên Êzidî hatin rizgarkirin ku di sala 2014'an de li Şengalê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn revandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku derbarê jinek û 2 zarokên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve sala 2014’an hatibûn revandin de agahî hatiye girtin ku di nava malbatên çeteyan ên li kampa Holê de ne. Li ser vê agahiyê jî operasyon hatiye destpêkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Hêzên me yên dijî tawanan der barê jineke revandî ya Êzidî li beşa çaremîn a kampa Holê de agahiyên teqez bi dest xist. Li ser vê, hêzên me lêkolîn û xebatên şopandina pêwîst kirin û bi ser cihê lê hatiye revandin de girtin. Hêzên dijî tawanan roja duşemê (3’yê Hezîranê), jina Êzîdî ya bi navê Ezîze Xalid Elî û du zarokên pê re ku yek ji wan keça wê ye, rizgar kirin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keça 10 salî ya bi Ezîze re hatiye rizgarkirin jî bi navê Xunav Nayêf Xidir e û di êrîşa hovane ya DAÎŞ'ê ku sala 2014’an li ser Şengalê pêk hat de dema çend mehî bû ew û dayika wê hatine revandin û ji hev hatin qutkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê kesên hatine rizgarkirin bi rêya Nivîsgeha Têkilî û Hevrêziyê radestî Mala Êzidiyan bên kirin da ku wan bigihînin malbatên wan.