Li Minbîcê ji bo Abdullah Ocalan kon hate vedan

Li Minbîcê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlêbûna sedan kesİ kon hate vedan.

Li Minbicê çalakiya konvedanê ji aliyê Akademiyên Civaka Demokratîk ve hate birêxistinkirin. Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê li parka giştî ya navenda bajêr kon hate vedan.

Endamên saziyên sivîl û leşkerî û saziyên jinan, beşdarî çalakiyê bûn. Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Akademiyên Civaka Demokratîk a Minbicê Refet El-Xelef got: "Em peyamekê ji civaka navneteweyî û rêxistinên mirovahî re dişînin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan rakin û ji zindanê derxin. Em komploya ku li dijî Rêber Ocalan û bi giştî gelên herêmê, şermezar dikin."

El-Xelef wiha lê zêde kir: "23 sal berê, dagirkeriya Tirk bi piştgiriya îstîxbaratên navneteweyî bi armanca tunekirina ramana azad a gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, li ser Rêber Ocalan komployek kirin.”

Endama Komîteya Rêber a Minbicê Asya El-Hisên jî got Rêber Ocalan zindan veguherand navenda zanist û zanyariyê û bi rêya parêznameyên xwe ew zanist li ser gelên herêmê belav kir.