Dagirkeran li Racoyê sivîlek din revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li gundên navçeya Raco ya Kantona Efrînê ya dagirkirî sivîlek din revand in.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li gundên navçeya Raco ya Kantona Efrînê ya dagirkirî sivîlek din revand in.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker sivîlê bi navê Mihemed Ebdo li gundekî navçeya Raco ya Efrînê revandin û birine cihek nediyar.
Çeteyan 13’ê Cotmehê jî welatiyek ji gundê Mîskê yê navçeya Raco revandibû.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihandibû ku îstîxbarata dewleta Tirk û komên çete li gund û bajarokên Efrînê revandina welatiyan didomînin. Di nava 2 mehên dawî de 25 jê jin bi giştî hejmara revandiyan gihaşt 302 kesî, her wiha 5 welatî jî hatin kuştin.