Dr. Nûr El Dîn Mûsa jiyana xwe ji dest da
Dr. Nûr El Dîn Mûsa ê ku şervanê Tevgera Azadiya Kurdistanê tedawî dikir, jiyana xwe ji dest da.
Dr. Nûr El Dîn Mûsa ê ku şervanê Tevgera Azadiya Kurdistanê tedawî dikir, jiyana xwe ji dest da.
Bajarê Qamişlo duh yek ji xizmetkarên şoreşê û şervanan Nûr El-Dîn Mûsa ku di nava şêniyên bajêr de bi navê “Bavê Hozan” tê nasîn, veşart.
Nûr El-Dîn Mûsa di sala 1962'an de li gundê Kerdîwan ê navçeya Amûdê ji dayik bû. Piştre berê xwe da bajarê Qamişlo. Mûsa di sala 1984'an de xwendina xwe li Peymangeha Tenduristiyê kiriye. Bavê Hozan, zewicî ye û 3 zarokên wî (Hozan, Dilyar û Şêrzan) hene.
Nûr El-Dîn Mûsa di salên wê yên destpêkê de Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê nas dike û ji sala 1985’an û vir ve bi awayekî veşartî bêyî ku ji hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê bitirse, şervanên Rojava derman dikir.
Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, Mûsa xizmeta şoreşê û şervanên YPG/YPJ’ê û QSD’ê dike. Ew bi şervanan re li eniyên pêş cihê xwe digire û wan li nexweşxaneyan derman dike. Ruxmî ku rewşa wî ya tenduristî xirab bû jî, lê belê di xizmetkirin û alîkarîdayînê de tu carî tawîz neda.
Mûsa tevî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li hemû eniyên şer cihê xwe girtiye. Bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê re, berê xwe da Efrînê da ku alîkariya tenduristî bide gel û şervanan. Li bajarê Serêkaniyê jî heman alîkarî pêşkêş kir.
Bi damezirandina Nexweşxaneya Şehîd Xebat re di destpêka şoreşê de, Mûsa di karê tendirustiyê de xebitî. Li kêleka karê xwe yê mirovî, her wiha wî xwendekar perwerde dikir ji bo ku kadroyên tenduristiyê amade bike.
Mûsa ku nexweşiya gurçikan pê re hebû, di demên dawîn de rewşa wî ya tenduristî xirab bû. Beriya hefteyekê ew ji bo dermankirinê rakirina nexweşxaneya Dar El-Şîfa ya li Şamê. Piştî ku rewşa wî ya tenduristiyê pir xirab bû, Mûsa duh jiyana xwe ji dest da.