Artêşa Tirk gundek û rêya M4 bombe kir
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundê Um El Beramil û rêya M4 bome kir.
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundê Um El Beramil û rêya M4 bome kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El Beramil a dikeve rojhilatê Eyn Îsa û rêya bejahî ya navneteweyî ya M4 bi dijwarî bombe kir. Ji ber bomberdûmanê ziyan gihişte mal û zeviyên welatiyên sivîl ên herêmê.
QSD’ê destnîşan kir ku têkildarî êrîşê Rûsya ku ewlekariya herêmê weke garantor girtiye ser milê xwe agahdar kirine.