Roja 7'emîn a Berxwedana Rûmetê: Bombeyên Fosfor a Spî û yên qedexekirî hatin bikaranîn

Ji ber berxwedana li seranserê sînorê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hêviya artêşa Tirk şikest. Du rê li ber mabû; ya wê vekişiya ya jî wê komkujiyên mezin bikira. Dewleta faşîst dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir û bombe li navenda bajêr barand.

15'ê Cotmehê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîroka komkujiyeke nû bû. Kiryarên komkujiyê heman bû. Celadên gelên bindest... Dewleta Tirk ku bi gotina 'Me li Serêkaniyê kontrol bi dest xist' dest bi propaganda derewan kir, ji bo îmaja xwe diviyabû di dema herî zû de bajar bi dest bixista. Ji bo vê jî pêwîstî bi tiştekî nû hebû. Ji ber ku çeteyên ku ji bo şer bikin anî bû, ji tirsan direviyan û hinekan jî xwe teslîmî hêzên QSD'ê dikirin.

Weke rêya rizgariya ji vê rewşê careke din rêbaza herî nebaş, herî hovane hatibû bîra wan. Rijandina xwînê, hovîtî, komkujî... Bi bombardûmana hewayî û bejahî tişta dixwestin nekarîn bi dest bixin. Êdî wê çekên qedexekirî bi kar bianiya. Bi bombeyên fosfor a spî û bombeyên xarik, bombe li navenda bajarê Serêkaniyê hate barandin. Zarok û jin jî di nav de bi dehan sivîl birîndar bûn.

VEKIŞÎNA JI MINBICÊ

Bi saetan beriya destpêkirina êrişên li ser Serêkaniyê, Girê, Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYE'yê xwe ji baregehên lê bû vekişand û bi vî rengî rê li ber dagirkeriyê vekirin. Di roja 7'emîn a berxwedanê de; yanî 15'ê Cotmeha 2019'an baregeha li Minbicê hate valakirin. Di rojekê de ku çekên kîmyewî gelekî zêde dihate bikaranîn hêzên koalîsyonê baregeh vala kir û bi vî rengî helwesta xwe ya li pêşberî êrişan careke din nîşan da.

BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATE BELGEKIRIN

Ji aliyê Enstîtuya Lêkolînan a  Wessling ku navenda wê li Swîsreyê ye û ji aliyê şîrketa Bafobê ya ku madeyên zerarê didin lêkolîn dike, hate belgekirin ku dewleta Tirk di êrişa dagirkeriyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çekên kîmyewî bi kar aniye. Dr. Abbas Mansoura diyar kir ku wan belgeya li ser sûcê şer pêşkêşî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Neteweyên Yekbûyî kirine û got, "Divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê."

Berdevkê Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Rupert Colville bal kişand ser komkujî û înfazên ku di dema êrişên dagirkeriyê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin û got, "Ev dikarin bibin sûcên şer."

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî bal kişand ser înfazên ku komên dewleta Tirk kirine û hişyarî da ku Tirkiye dikare ji van kiryaran berpirsyar bê nîşandan.

Wezîrê Karên Derve yê berê yê Iraqê Hoşyar Zebarî hişyarî da ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 'paqijiya etnîkî' dike.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) jî got, "Ji ber êrişên Tirkiyeyê em ji bo rojnamevanên xwecihî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar in."

BANGA SEFERBERIYÊ LI CIWANÊN KURDISTANÊ HATE KIRIN

Koordînasyona Komalên Jin ên Ciwan ji bo Rojava bang kir ku bi ruhê seferberiyê berxwedan bê nîşandan.

Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê jî ji bo parastina destketiyên Şoreşa Rojava bang kir ku li her qadê li dijî êrişên faşîzan berxwedan bê mezinkirin.

SIBE: Roja 8'emîn a Berxwedana Rûmetê: Hewldana êrişê ya bi teknolojiya pêşketî