Cenazeyê 4 şehîdan hate veşartin û gerîlayê HPG’ê Agirî Tolhildan jî bibîr anîn
Li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê ji bo 5 şehîdan merasîmek hate lidarxistin.
Li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê ji bo 5 şehîdan merasîmek hate lidarxistin.
Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Edurehman Siwêdan û Amir Ebdulhemîn El-Xidir ên 13'ê Cotmehê (Duh) dema erka xwe bi cih dianîn li Hesekê şehîd bûn, şervanên QSD'ê Ferhad Arselan (Dogan Derdirî) û Mahir Yûnis (Zinar Til Temir) yên 27'ê Tebaxa borî li Eyn Îsayê şehîd bûn, bi merasîmekê spartin axê.
Şêniyan cenazeyên her 4 şehîdan ji ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî ji dehan wesayîtî ku bi wêneyên şehîdan hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ve çûn.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre ji fermandarên Erka Xweparastinê Hisên Koçber axivî.
Koçber got, bi saya keda şehîdan Rêveberiya Xweser û hêzên wê bûn mînaka avakirina pergaleke demokratîk li gelemperiya Rojhilata Navîn.
Koçber diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di parastinê de xwe naspêrin aliyên derve, lê xwe dispêrin hêz û îradeya xwe ya azad û got: "Berdêl çi dibe bila bibe, em ê bi hêz û îradeya xwe tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin."
Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, endama meclîsê Bedriya Hewala sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.
Endamê Meclîsa Rêveber a Herêma Hesekê Ebdulxenî Oso girîngiya xurtkirina têkoşînê li hember planên dijber û parastina destkeftiyên şoreşê destnîşan kir.
Piştre Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya gerîla Newzad Mihemed (Agirî Tolhildan) eşkere kir. Newzad Mihemed di berxwedana li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li herêma Zapê şehîd bû.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Mihemed nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Cenazeyê şehîd Ebdurehman Siwêdan û Amir Ebdulhemîd El-Xidir li Goristana Şehîd Dijwar hatin veşartin, cenazeyê şehîd Ferhad ber bi Dêrikê ve hate şandin û wê li Goristana Şehîd Xebat were veşartin. Cenazeyê şehîd Mahir Yûnis ber bi Goristana Şehîdan a Til Temirê hate şandin.