Roja 8’an a Berxwedana Rûmetê: Bi teknolojiya pêşketî xwestin bikevin qadê

Artêşa Tirk a bi gotinên ‘Me bajar xist’ ji gelek aliyan ve xwestin bikevin bajar. Ev jî wê bi desta NATO, bi teknîka pêşketî pêk bihata. Wê ewilê bi dehan car bombe bikira, erd û esman bike guregur, wê di bin çavdêriya SÎHA’yan de pêk bê.

16’ê Cotmehê dîroka ku wê qedera Berxwedana Rûmetê diyar bikira bûna. Bi rojan tevî teknîka pêşket û bi hezaran çeteyan û şerê topyekûn, rojeke welê bû, Tirkiye ya ku nikaribe bi pêş ve bê û ber bi agirbestekê ve dibe bû. Rojeke welê bû ji Serêkaniyê, Til Temir, Dêrik û Cerablûsê ji dehan baskan ve êrîş dihate kirin. Ji ber çeteyên ku didan şerkirin êdî nedikarî şer bikin. Rev êdî destpêkiribûn. Dewleta Tirk ji bo çeteyên di bin kontrola xwe de bibire, wê pêngavên xwe yên dawî bikira. Vê jî bi ser nexist… Ji ber ku tişteke ku hesab nekiribûn hebû. Vîna yên berxwedêr…

JI ENIYÊN BERXWEDANÊ PAYAM: HETA DAWÎ EM Ê BIPARÊZIN

Şervanên QSD’ê yên li ber êrîşên dagirkeriya Tirk berxwedaneke dîrokî raber kirin, di peyama xwe ya ji eniyên berxwedanê şandî de wiha dibêjin; “Çi dibe bila bibe, em ê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin. Heta dawî biparêzin.”

Tiştên wê rojê rû dayîn:

-Taxên Hewarne û El Miheta yên Serêkaniyê, ji herêma Til Xelef û pîşesazî bi rêya Til Temir heta herêmên sînorê Tirkiyeyê şerê dijwar qewimîn. Dewleta Tirk ji esmanan û bejahiyê ve bi dijwarî bombe kir. Li ser bersivdayîna şervanên QSD’ê re di şerê dijwar ê qewimî de gelek çete hatin kuştin, bi dehan wesayîtên leşkerî hatin îmhakirin. Çeteyên dewleta Tirk ên derbên giran xwarin, bê ku li dû xwe binêrin reviyan.

-Di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên dewleta Tirk ên xwestin bi dizî bikevin gundê Nenacîr a Serêkaniyê de, şerekî dijwar rû da. Piştî têkbirina êrîş û şûnde li esmanên Menacîr gelek balafirên şer û keşfê li esmanan firiyan. Di şerê qewimî de derbên xurt li komên çete hatin dayîn, têkildarî hejmara kuştî û birîndarên çeteyan agahiyên zelal nehatin girtin.

-Gundê Carûdiyê taybet ê Dêrikê êrîşên li ser gundên xeta sînor zêdetir bûn. Li ser bersivdayîna şervanên QSD’ê êrîş têk çûn.

DERBÊN XURT LÊDAN Û HEWLDANA WAN HATE ŞIKANDIN

-Çeteyên dewleta Tirk ên saet 01:30’î xwestin ji xeta Cerablûs ber bi Çemê Firatê ve ketin rê, li berxwedana şervanên QSD’ê asê ma. Berxwedêran li gundê Amarne ya dikeve başûrê Cerablûsê 3 westayîtên dagirkeran îmha kirin.

-Artêşa Tirk bi sedan wesayîtên leşkerî ve êrîş bire ser gundê Alya û Erbaîn ên Til Temirê. Hemwext herêm bi dijwarî hatin bombekirin. Tevî hemû êrîşan şervanên li ber xwe dan, 20 wesayîtên leşkerî yên dewleta Tirk îmha kirin, gelek çete ceza kirin. Dagirkerên ku pêxas reviyan, wesayîteke leşkerî ya wan kete destê şervanan.

QSD: DAGIRKER L IBER HÊZÊN ME YÊN LEHENG NIKARIN GAVEKÊ JÎ BI PÊŞ VE BÊN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî êrîşê daxuyaniyek da û got: “Li hemû xetan êrîş û bomberdûmanên dijwar tên kirin. Balafirên Bêmirov û Biçek bê navber li herêmê difirin. Ji serê sibehê heta direngiya saetên şevê bi bomberdûmanên dijwar, hemwext êrîşên dijwar li ser hêzên me tên kirin. Hêzên me berxwedaneke lehengî raber dikin, gelek çete ceza kirin. Tevî çekên teknolojîk ên pêşketî û bi hezaran çete jî yek gav ber bi navenda bajarê ve nehatiye avêtin.

SIBE: Roja 9’an a Berxwedana Rûmetê: Komploya Agirbestê