Roja 5'emîn a Berxwedana Rûmetê: Dagirkeran li konvoya sivîlan xistin

Ji bo banga rawestandina şer bikin serê sibehê bi rê ketibûn. Piştî ku gihîştin Serêkaniyê bûn hedefa balafirên şer ên Tirk. Rojnamevan û endamên saziyên mafên mirovan jî di nav de bûn. 12 kes şehîd bûn, 74 jî birîndar.

Çi mertalên zindî be, çi jî qasidê aştiyê? Nav zêde ne girîng e. Ji ber ku armanc yek e. Nexwestin zêdetir xwîn bê rijandin. Ji bo banga rawestandina şer bikin, ji Qamişloyê ber bi Serêkaniyê ve ketibûn rê. Piştî meşek bi zor û zehmet, dema ji wesayîtan peya dibûn, bi teqînekê hejiyan. Hêrsa şer ewqasî çavên wan tarî kiribû, bi balafirên şer bi hovane bombe li wan barandin.

Di encama bombardûmanê de rojnamevan Mihemed Hisen Reşo û Seed Hesen jî di nav de 12 sivîl şehîd, 6 jê rojnamevan 74 sivîl birîndar bûn.

785 ÇETEYÊN DAÎŞ’Î REVIYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 785 çeteyên DAÎŞ’ê yên ji êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk fersend dîtin ku li Eyn Îsayê girtîbûn, reviyan. 

Li Eniya Eyn Îsa yê jî şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê bi armanca destekdayînê komek terorîst xwe gihandin Kampa Eyn Îsa ya ku malbatên DAÎŞ’iyan lê dihatin ragirtin. Li herêmê di navbera şervanên QSD’ê û komên çete de şerekî dijwar rû da. Komeke malbatên DAÎŞ’î ji aloziya herêmê derfet dîrin û reviyan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi operasyoneke li ser rêya Dirbesiyê-Qîrewan a kêlometreya 7’an, şaneyeke DAÎŞ’ê ya ji 3 kesan pêk dihat girtin.

Heyva Sor a Kurdistanê jî ragihand ku 2 ambûlans û 4 personelên tenduristiyê yên ji Eyn Îsa diçûn Girê Spî ji aliyê dagikeran ve hatine desteserkirin.

KCK: HETA KU DIJMIN JI XAKA SÛRIYEYÊ NEYÊ DERXISTIN, WÊ BERXWEDAN DOM BIKE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku wê dewleta Tirk û hemû komplogeran têk bibe û got: “Heta ku dagirker ji hemû xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku jiyana azad û demokratîk lê hatiye avakirin, neyê derxistin, wê berxwedan dom bike.”

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku amade ne li dijî dagirkeriya Tirk Rojava biparêzin. 

DYE Û RÛSYA DAXUYANÎ DAN

Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Mark Esper got ku li ser fermana Trûmp ‘Em pê hesiyan ku di nava 24 saetan de Tirkye tevgera xwe ya ber bi başûr û rojava ve berfireh kiriye. Ji bo ewlekariya leşkerên xwe, me ew sewqî başûr kir.”

Rûsya jî li ser êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî daxuyanî da. Serokê Navenda Lihevkirinê ya Aliyên Rûsya ya li Sûriye Tumgeneral Aleksay Bakin, diyar kir ku ji bo pêşîgirtina karesatên mirovî bang li hemû aliyên tevlî pêvajoya çareseriya Sûriyeyê yên li Moskova bûne, kirine.

Papa Francîscûs destnîşan kir ku li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriye Xiristiyan jî di nav de sivîl ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar mane ku terka malên xwe bikin.

SIBE: Roja 6’an a Berxwedana Serdemê: Lihevkirina QSD-Şamê ya li ser sînor