Liv û tevgera dagirkeran bi şev zêde bû

Artêşa Tirk a dagirker ku li Efrîn, Şehba û Eyn Îsayê bi şev liv û tevgera xwe zêde kir, bombardûmanê dewam dike. Li taxa Eşrefiyê ya Efrînê teqînek pêk hat.

Dewleta Tirk bi artêşa xwe ya ji çeteyên DAÎŞ û El Qaîdeyê ava kiriye, bi obusan gundên Mişerfe û Seyda yên li rojhilatê Eyn Îsayê û rêya bejahî ya M4 bombe kir.

Balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser Efrîn û Şehbayê geriyan. Li taxa Eşrefiyê ya Efrînê jî teqînekê rû da ku sedema wê hînê diyar nebûye.