Nasnameya 2 şervanên QSD’ê hatin eşkerekirin

QSD’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên 27’ê Tebaxê li Eyn Îsa şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Navenda Raginandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser mijarê agahî da û ev tişt got: “Hêzên me soz dane gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi hemû hêza xwe li dijî hemû rengên teror û dagirkeriyê wan biparêzin.

Du lehengên di oxira parastina gel û welatê xwe de, dema erka xwe ya welatparêzî, exlaqî û mirovî pêk dianîn gihîştin asta şehadetê.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Dogan Derdir

Nav û Paşnav: Ferhad Erselan

Navê Dayikê: Sebîha

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa- 27`ê Tebaxa 2021

***

Nasnav: Zinar Til Temir

Nav û Paşnav: Mahir Yûnis

Navê Dayikê: Felek

Navê Bav: Omer

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa, 27`ê Tebaxa 2021

Em QSD ji malbatên herdu şehîdan re sersaxî dixwazin û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê li dijî terorê û qewitandina dagirkeran ji herêmê, nû dikin.”