Dagirkeran li Efrînê 10 sivîlên din revandin

Çeteyên ku bi navê ‘Polîsên Leşkerî’ û ‘Muetesim Billah’ tên nasîn ku girêdayî arêtşa Tirk a dagirker ji gundê Memila yê Kantona Efrînê ya dagirkirî 10 sivîl revandin.

Çeteyên ‘Polîsên Leşkerî û Muetesim Billah’ bi 15 wesayîtên leşkerî ve avêtin ser gundê Memila yê navçeya Reco de, 10 sivîl revandin.

Çeteyan hemû rêyên diçin gund girtin û bi dehan kes revandin.

Navên hinek kesên hatine revandin wiha ne: Mistefa Mihemed Zîbar, Fewzî Hisên Osman, Ehmed Hisên Hemkilîno, Ehmed Heyder Cafer, Mistefa Şewqî û Fewzî Murad Cafer di hefteyekê de bi kêmanî du carana hatiye revandin.

Nehate zanîn ku sivîlên hatine revandin birine kûderê.