Xelkê Dirbêsiyê Şehîd El-Elî veşartin

Xelkê Dirbêsiyê bi merasîmekê Şehîd Ferhad El-Elî li Goristana Şehîd Rûstme Cûdî veşartin.

Karwanê erebeyan ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan ber bi Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve bi rê ket. Bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Li goristana şehîdan, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebulbaqî Elî sersaxî da malbata şehîd û wiha axivî: “Tiştê hişt ku heta niha projeya Rêveberiya Xweser li ser lingan bimîne û herêmên me ewle bin, fedekariyên şehîd Ferhad û rêhevalên wî ye.”

Elî di dewama axaftina xwe de behsa berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û wiha got: “Li wir dagirkeriya Tirk cûreyên çekan ên herî pêşketî û çekên kîmyewî jî bi kar tîne. Lê belê dê nikaribe îradeya şervanan bişikîne. Dê serkeftin para gerîla be, dê dagirkeriya Tirk jî têk biçe.”

Yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên navçeya Dirbêsiyê Îbrahîm Derwêş jî wiha aixivî: “Şehîd Ferhan bi doz, gel û hevalên xwe re dilsoz bû û ji bo pêşketina saziya xwe, rizgarkirina xaka xwe û parastina vê xakê, têdikoşiya.”

Îbrahîm Derwêş soza şopandina rêya şehîd Ferhad da.

Piştre nasnameya şehadete hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Ferhad El-Elî li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî hate veşartin.""