QSD: Dewleta Tirk ji bo êrîş bike, li hinceta digere
QSD`ê nûçe û agahiyên dewleta Tirk li ser medya xwe belav dike, derewand û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo êrîşên xwe rewa bike û dest bi êrîşên nû bike li pey hincetan e.
QSD`ê nûçe û agahiyên dewleta Tirk li ser medya xwe belav dike, derewand û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo êrîşên xwe rewa bike û dest bi êrîşên nû bike li pey hincetan e.
Navenda Ragihandinê ya QSD`ê têkildarî mijarê li ser malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokraîtk dauxyaniyek parve kir.
QSD’ê ev agahî da:
“Artêşa Tirk a dagirker, her roj li hember deverên li derdora herêmên dagirkirî bi topan êrîşan dikin û di wan topbaranan de gelê herêmê hedef digire. Di encama wan êrîşan de welatiyên sivîl birîndar dibin an jî jiyana xwe ji dest didin. Dewleta Tirk ji bo wan êrişên xwe rewa bide nîşandan agahiyên derew diweşîne û nûçeyên wekî ku hêzên me li wan herêman êriş birine ser wan, belav dike. Me berê jî gelek caran daye diyarkirin ku li herêmên ku di wan nûçeyan de tên behskirin, tu tevgerên hêzên me tune ye. Ev nûçe ji bo rewa nîşandana êrişên dagirker tên belavkirin.
Dewleta Tirk a dagirker tenê di meha Îlonê de li xeta Eyn Îsa û Til Temirê 194 caran agirbest binpê kir. Biqasî ku hat tespîtkirin, balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker 21 caran sînorên qada hewayî îhlal kirin. Di êrişên topbaranê de bi giştî 1067 obîs û hawan hat bikaranîn. Di wan êrîşan de 5 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da, 6 welatî jî birîndar bûn. Dîsa di wan êrîşan de 5 baregehên artêşa Sûriyê hatin hedefkirin û di encamê de leşkerek artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest da.
Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta wê ku rûyê wan yê qirêj her roj hîn zêdetir eşkere dibe, ji bo ku gelên Tirkiyê bixapînin û bi bikaranîna hestên nîjadperest, rastiya desthilatdariya xwe yê qirêj binixûmînin, di rojên dawî de ji her demê zêdetir amûrên şerê taybet bi kar tînin. Ruxmê ku yên êrîş dikin ew bi xwe ne, wekî ku hêzên me êrîşê wan dikin didin nîşandan. Pêwîst e di serî de gelên Tirkiyê û hemû raya giştî ya cîhanê vê rastiyê baş bibîne û li hember derewên dewleta Tirk a dagirker hişyar tevbigere.”