YPG: Dewleta Tirk derewan dike, hêzên me êriş nekirine
YPG’ê diyar kir ku daxuyaniya Hêzên Parastinê yên Tirk ne rast e.
YPG’ê diyar kir ku daxuyaniya Hêzên Parastinê yên Tirk ne rast e.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker îro nûçeyek belav kiriye û îddîa dikin ku li herêmên dagirkirî hêzên me êriş birine ser wan û di encamê de 5 şervanên me şehîd ketine. Ew nûçe ne rast e.”
YPG’ê wêneyekî daxuyaniya wezareta Tirkiyeyê parve kir û got: “Di heremên navborî de tevgera yekîneyên me tuneye.”