Li Sêmalka PDK hate protestokirin

Gelên Herêma Cizîrê di çalakiyê de ya li ser sînorê Başûr-Rojava bang li PDK'ê kirin ku bes hevkariya dewleta Tirk bike.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, piştî ku PDK'ê 5'ê Cotmeha 2021'an kemîn danîbû û 5 gerîla şehîd kiribûn, dest li ser cenazeyê wan dnaîbû, li Deriyê Sînor ê Sêmalka çalakiya kondanînê dabûne destpêkirin.

Di roja 9'an a çalakiyê de bi hezaran kes ber bi sînorê Rojava-Başûrê Kurdistanê de herikîn, PDK şermezar kirin û xwestin ku PDK bes nokeriya dagirkeriya Tirk bike.

Dayika Hogir li ser navê Hêzên Parastina Civakî axivî, ''Helwesta malbata Barzanî û hikûmeta  herêma Kurdistanê'' şermezar kir.

Hogir got,''Gelê Başûrê Kurdistanê li bara hikûmeta xwe divê hişyar be. Bira bi bira didin kuştin. Dewleta Tirk û hêzên navnetewî ev 40 salî nikarin li pêşberî PKK'ê rawestin. Nekarîn vîna PKK'ê bişkînin. Ji ber ku vîna me vîna berxwedanê ye .Malbata Barzanî û hikûmeta Başûrê Kurdistanê li ser xeta îxanetê ye.''