Serdana çalakiya bi kon a li Sêmalka hate kirin

Gelê Amûdê û endamên Şaredariya Gel a Herêma Cizîrê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku ji aliyê hêzên PDK’ê hatibûn şehîdxistin, çûn serdana konê çalakiyê ya li Sêmalka hatiye danîn.

Vê sibehê bi hezaran şêniyên navçeya Amûdê û endamên Şaredariyên Gel a herêma Cizîrê berê xwe dan konê xwepêşandanê yê li dergehê Sêmalka, ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ve tê lidarxistin.

Çalakî ji bo şermezarkirina hevkariya PDK'ê di sûcên şer ên dewleta Tirk li dijî hêzên gerîla de û ji bo radestkirina cenazeyên şehîd Serdem û Tolhildan ên di kemîna PDK`ê de li Xelîfanê şehîd bûbûn, tê lidarxistin.

Di çalakiya de, şêniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hildan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina xiyanetê berz kirin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Zîwar Elî berxwedana dîrokî ya gelan a li hemberî siyasetên qirêj ên PDK’ê û dewleta Tirk ên dijberî tevgera rizgariyê ya li Başûrê Kurdistanê, silav kir.

Zîwer Elî destnîşan kir ku divê li hemberî êrişên dagirkeran, gelê Kurd bibe yek. Her wiha bang li PDK’ê kir ku helwesta xwe ji êrişên li Xelîfanê diyar bike û cenazeyên herdu şehîdan di zûtirîn demê de radestî malbatên wan bike.

Elî di dawiya axaftina xwe de bêdengiya hikumeta Başûr li hemberî daxwazên malbatên şehîdan de, şermezar kir.

Tê payîn ku çalakî sibe bi beşdarbûna şêniyên kantona Hesekê û gundewarên wê bidome.