HRE: 12 dagirker hatin kuştin, 3 ji wan leşker in
HRE'yê diyar kir ku li herêmên Efrîn, Marê, Ezaz û Babê yên dagirkirî çalakiyên bersivdanê lidar xistine û di encamê de 12 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin ku 3 ji wan leşker in.
HRE'yê diyar kir ku li herêmên Efrîn, Marê, Ezaz û Babê yên dagirkirî çalakiyên bersivdanê lidar xistine û di encamê de 12 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin ku 3 ji wan leşker in.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê li ser çalakiyên hêzên xwe yên li dijî dagirkeran agahî parve kir.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Êrişên dewleta Tirk a qirker û faşîst ku her roj zêde dibin, li ser heremê dewam dikin. Ji ber van êrişan ku bi armanca qirkirinê tên kirin her roj welatiyên me yên sivîl şehîd dikevin û birîndar dibin. Herî dawî komkujiya ku artêşa Tirk a qirker li Til Rifatê pêk anî mînaka herî berbiçav e. Em wekî Hêzên Rizgariya Efrînê, van êrişên dagirkeran bêbersiv nahêlin. Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya parastina rewa de di navbera rojên 18 û 27'ê Tebaxê de çalakiyên bersivdayinê hatin lidar xistin."
Li ser çalakiyên bersivdanê jî ev agahî hatin parvekirin:
"18’ê Tebaxê li navçeyên Şera û Marê du çalakî hatin lidar xistin. Li nêzî gundê Meryemînê yê navçeya Şerayê, di encama çalakiyê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Di encama çalakiya Marê de jî 3 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
21'ê Tebaxê li xeta Marê di encama çalakiyek de çeteyek hat kuştin.
22’ê Tebaxê li Ezazê, nuqteyeke dagirkeran bû hedefa çalakiyê. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn.
24'ê Tebaxê li Ezaz û Babê du çalakiyên bi bandor hatin lidar xistin. Di çalakiya Ezazê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. Di encama çalakiya ku li herêma Babê de hat lidar xistin de jî 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.
27'ê Tebaxê li xeta Marê di encama çalakiyêk de çeteyek hat kuştin.
Di van çalakiyan de bi giştî 3 leşker û 9 çete hatin kuştin, 7 leşker û 8 çete jî birîndar bûn. Li hember êrişên dewleta Tirk a terorîst çalakiyên me yên bersivdayinê qat bi qat wê berdewam bikin."