Li Reqayê ciwanan li ser Şerê Gel ê Şoreşgerî civîn pêk anî
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqayê bi mijara Şerê Gel ê Şoreşgerî civînek lidar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqayê bi mijara Şerê Gel ê Şoreşgerî civînek lidar xist.
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Reqayê civîn bi tevlîbûna gelek ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Civîna ku bi mijara Şerê Gel ê Şoreşgerî hat organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştre li ser navê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê rewşa siyasî û leşkerî yê li herêmê hat nirxandin. Di nirxandinên siyasî û leşkerî de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çiyayên Kurdistanê û têkçûna artêşa dewleta Tirk li beramberî gerîla bûn mijarê sereke. Her wiha gefên êrîşê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nirxandin.
Piştre jî li ser rewşa rêxistinbûnên civakê di qadên tenduristiyê, perwerdehî, leşkerî û amadekariyên şer hatin nîqaşkirin. Her wiha ciwanên ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî civînê bibûn nêrînên xwe di warê pêşxistina şêwazên amadekariyê Şerê Gel ê Şoreşgerî anîn ziman.
Di dawiyê civînê de biryara rêxistinbûnek bi hêztir hat girtin.