Şêniyên Amûdê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Li bajarê Amûdê yê Rojava, bi pêşengiya mamosteyan bi sedan kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan.

Meşa ku mamosteyan pêşengî jê kirin, ji Qada Jin a Azad heta Qada Şehîd Cîhan dewam kir.

Di meşê de wêneyên zarokên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn û yên birîndar bûn hatin hildan.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Elî axivî, dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û got: “Di cîhanê de mîna Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ruxmî hemû êrîş, dagirkerî, wêranî û êşan jî ku bikare li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bi rihê şerê gel ê şoreşgerî têbikoşe û welatê xwe biparêze û bi salan berxwedanê bike, mînakên wiha kêm tên dîtin. Êdî faşîstî û dagirkeriya Erdogan gihaştiye wê astê ku bêyî ku bibêje zarok in, jin in û kesên temenmezin in, bi awayekî hovane li ber çavê dinyayê qetil dikin.”

Zîwer Elî wiha dewam kir: “Dewleta Tirk li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşî me dike, zarokên me qetil dike. Bi taybet kesayetên ku pêşengiyê ji gel re dikin dibin hedefa êrîşan. Ji derveyî felsefeya rêber Apo li dinyayê mafên mirovan hatine rakirin. Ji bo parastin û nirxê mirovahiyê ku bibe pêşeng ji tevahî mirovahiyê re ew jî tenê felsefe û bîrdoziya rêber Apo ye.”

Zîwer Elî wiha dawî li axivitina xwe anî: “Tişta ku îro ji me tê xwestin; em xwe di her milî de xurt bikin, 24 saetan em tê bikoşin, siyaseta dewleta Tirk û hevalbendên wê têk bibin. Divê gelê me jî bi hemû hêza xwe bi rihê şerê gel ê şoreşgerî tê bikoşe û li ber xwe bide.”

Meş bi dirûşmeyên “Bimire îxanet” bi dawî bû.