Cenazeyê Hesen li Til Hemîsê hat veşartin

Cenazeyê Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Cuma Hesen ku 28’ê Tebaxê di encama nexweşiyê de şehîd bibû ji aliyê bi sedan şêniyên Til Hemîsê ve bi merasîmekê hat veşartin.

Bi tevlêbûna sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê, cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Cuma Hesen ê ku 28’ê vê Tebaxê di encama nexweşiyekê de şehîd bû, bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeyê hat veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Navçeya Til Hemîsê Xalid El Nayîf sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan û parastina destketiyan da.

El-Nayîf banga xurtkirina têkoşînê ya ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî kir.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestê malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li goristana şehîdan a navçeya Til Hemîsê hat veşartin.